Hakan Sarı
13 Adar 2022•Rojanekirin: 13 Adar 2022
Li Ozalpa navçeya Wanê dîwarê maleke kelpîç rûxiya.
Li Taxa Bagriaçikê dîwarekî mala Faruk Can a yekqatî û kelpîç ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Jê 3 zarok 5 kesên ku wê kêliyê di mal da bûn, bêyî ku tiştek bi wan were, xilas bûn.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Muhammed Emin Nasir, malbat ziyaret kir û hêviya silametiya wan kir, got ku alîkariya pêwîst dê were kirin.
Faruk Can jî diyar kir, gava ew tevî malbata xwe di hundir da rûniştibûn, ji dîwar û baniyê malê deng hatin û wiha got, "Me got qey erd diheje. Me ji tirsan xwe avêt derva. Dîwarê aliyê çepê rûxiya. Şikir tiştek bi kesî nehat. Cîran hatin alîkariya me."