Emre Ilıkan,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız,Sayim Harmancı
15 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2024
Li Wan, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê rêya 316 cî û waran girt.
Li Wanê ji ber berf û bagerê rê hatin girtin ku ji bo vekirina wan xebat dewam dikin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya bajêr rêya 671 tax û mezrayan hat girtin.
Hat daxuyandin rêya 555 tax û mezrayan hatin vekirin, ji bo 116 rê bên vekirin jî xebat didomîn.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr ya Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berf û bagerê rêya 25 gundan hat girtin.
Kurtkan got ekîb ji bo vekirina rêyan xebatên xwe bênavber didomînin.
Ekîbên şaredariyê û rêbejayê li navenda bajêr û kuçeyên sereke berfê paqij dikin.
- Hekarî
Li gor agahiya Îdareya Taybet a Bajêr, li Hekariyê ji ber rewşa hewayê ya nebaş rêya 298 gund û mezrayan hat girtin.
Hat daxuyandin rêya 123 gund û mezrayan hat vekirin, ji bo vekirina 175 rêyên din jî xebat dewam dikin.
Ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr ji bo avêtina berfa kuçe û kolanan dixebitin.
Ji ber ku li gundê Çigliyê yê navçeya Çukurcayê û li nav sînorê gundê Ortakoya Şirnexê şepe ket rêya Hekarî û Şirnexê hat girtin.
Personelên rêbejayê ji bo vekirina wê dixebitin.
Li ser rêya Hekarî û Yuksekovayê 2 hefte berê hezaz çêbû û hê jî car caran kevir û zinar dikevin ser rê.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 117emîn a Rêbejan zinar û keviran paqij dike û çûyîn û hatina rê bi kontrolî ye.
- Mûş
Li Mûşê 2 roj berê berfê dayê û rêyên 114 gundan ku hatibûn girtin, hatin vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku li deverên bilind berf ket.
Yentur daxuyand ku wan hemû rêyên ku berfê girtibûn, vekirin û ekîb rêyan fireh dikin.
Yentur daxuyand ku seba rewşên acil ekîb amade sekinîne.