Ali Çelik
04 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2022
Li Gurpinara navçeya Wanê li deverên çolterê berfê tesîreke neyînî li jiyana welatiyan kir.
Heywandarên li ciyên bilind ên navçeyê dijîn, alifê ku havînê dirûtine û lod kirine, bi xizekên ker û hespan tînin ser dirûngeyê.
Zarokên ku keysa xwe li barîna berfê anîn jî ji girên bilind ên ku ji xwe ra kirine pîsta kaşûnê, xwe dişiqitînin û kêf dikin.
Ji aliyekî din va jî ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.
Wênehez Mucahid Yucel diyar kir, piştî barîna berfê li ciyên bilind ên navçeyê dîmenên xweşik derketin holê.
Yucel bal kişand ku mehên zivistanê wênehez tên û wêneyên xwezayê dikişînin.