Kesên ku di 23ê cotmeha 2011an de li Wanê û navçeya Ercîşê di erdhejê de mirin hatin bibîranîn.
Qaymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar, Fermandarê Cendirmeyan yê Navçeyê Îlyas Uysal û Midûrê Ewlekariyê yê Navçeyê Murad Hoş bi hev re çûn qebristana Seyît Muhammet. Li wir gora welatiyên ku di erdhejê de mirîbûn ziyaret kirin.
Qaymeqam Yaşar û heyeta wî çûn li ser gora Yûnus Geray ê ku wêneyê wî di enkazê de hatibû kişandin û bi vê wêneyê ve bibû sembola erdhejê. Qaymeqam Yaşar û bavê Yûnus Yûsuf Geray, gul danîn li ser gora wî.
Yaşar ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku ew ji bo kesên ku di erdhejê de mirin xemgînin û ji bo wan dia dikin.
Yaşar wiha axivî: "Em dia ji Xwedê dikin ku car din afateke wiha çênebe. Em lê dinêhêrin ka heta niha çi hatiye kirin û em jî wek dewlet dikarin çi li ser van zêde bikin. Em ê ji bo vê hewl bidin. Rehma Xwedê yên di erdhejê de mirine be û ez ser saxiyê didim eqrebayên wan."