Fatih Gazioğlu
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
MUŞ
Mezinên malbata Duyguyê ya ku li Korkuta navçeya Mûşê dijî ev çend sal in malbatên xwîndar li hev tînin.
Şaredarê Bajaroka Altinovayê yê berê Mehmet Bakî Duygu (69) diyar ku ev edet ji bav û kalên wan maye û got di serî da bapîr û piştra jî bavê wî malbatên xwîndar li hev anîne û wiha axivî:
"Ev çend sal in me gelek malbatên xwîndar li hev anîn û me meseleyên di navbera wan de çareser kirin. Ji Bidlîsê, Mûşê, Stenbolê, Îzmirê, Bursa û Mêrsînê me gelek meseleyên wekî erazî, revandina keçan çareser kirine. Ez ji bo çareserkirina meseleyan ewil diçim û herdu terefan guhdar dikim û di aştiyê da tu carî teref nagirim. Merivên min jî bibin rastî ka çi ye ez li gorî wê hereket dikim. Ez ji kesê neheq re dibêjim tu neheq î, yê heqdar jî re dibêjim tu heqdar î. Eger kesek heqdar be, neyarê min jî bibe ez ji wî ra dibêjim tu heqdar î. Min malbat bi vê usûlê anîn bal hev û ez di çareserkirinan da serkeftî bûm."
Ji gundiyan Felemez Çelîk jî got malbata Duyguyan ev 150 sal in gelek neyartiyên di navbera malbatan çareser kirine û wiha dewam kir:
"Gelek malbatên xwîndar bi saya wan niha li gund bi aştiyane dijîn. Her kes ji wan memnun e. Kesên ku ji aştiyê aciz in bila bizanin ew di zirarê de ne. Xwedê ji wan razî be."