Fatih Gazioğlu
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
VAN
Xebatên Şaredariya Başkaleyê ku Wezareta Karên Navxweyî cigîrê şaredar lê tayîn kir li navçeyê guherîneke mezin çêkir.
Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Abdulselam Ozturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di demeke kin da di warê çand, perwerde û tenduristiyê da gelek xizmetên girîng kirin.
Ozturk diyr kir ku li navçeyê maleke diyalîzê ava kirine û ji bona çêkirina nexweşxaneyê jî eraziyekî bi qasî 20 donimî dewrê Wezareta Tenduristiyê kirine.
Ozturk got projeyên wan li ser perwerdeyê jî hene û wiha axivî: "Me heta niha milyonek lire pere ji bo mekteban xerc kir. Ji bona ku mamosteyên me di nav şert û mercên rehettir da bijîn me 'maleke mamosteyan' ava kir.
Me ji bo jinan jî Mala Piştgiriyê ya Jinan ava kir. Li vê derê jin û keçên me berik û xalîçeyan çêdikin. Li ser çêkirina cil û bergan niha em perwerdeyê didine wan. Ji bo ku tiştên çêdikin bifiroşin jî me hin dikan texsîsê wan kirin. Dîsa me ji bona zarokan gelek park çêkirin. Me li ser 54 donimî jî bona seyranê qada mesîreyê çêkir."