İbrahim Atmaca
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Nêzî milyon û nîvek masiyên şabûtê ku li qeraxa Bendava Ataturkê hatin xwedîkirin, ji bo ku cisnê wan neqele li çend bajaran avêtin 13 gola bendavan.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Midûriya Herêma 15emîn a Karên Avê ya Dewletê, di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAP) da Bendava Ataturkê ku li dinyayê 6emîn bendava mezin e, hat çêkirin û bendav ji bilî avdan û çêkirina ceyranê di qadên din da jî kêrî aboriya neteweyî tê.
Li Bozovaya navçeya Şanliûrfayê di Tesîsa Berên Avê ya Midûriya Herêma 15emîn a Karên Avê ya Dewletê da ji bilî xwedîkirina masiya sazan û alebalixê li qeraxê Çemê Ferat û Dicleyê ji cisnên endemîk şabût jî tê xwedîkirin.
Piştî ku masî ji xerz dertên, Herêma Başûrê Rojhilata Anadolu û Herêma Behra Spî di serî da masî li golên bajaran tên belakirin.
Nêzî milyon û nîvek masiyên şabûtê îsal hatin xwedîkirin û ji bo ku cisnê wan neqele û ekosîstema golan xurt bibe ev masî avêtin 13 golên bendavan. Di nav van golan da gola Ataturk û Bendava Karakayê jî hene.