01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê jinên ku beşdarî kursa mozaîkê bûn, xîçên mermeran anîn cem hev û pê tablo çêkirin. Ev tabloyên ji mozaîkê bona hunerhezan hatin rapêşandin.
Kursiyerên ku li Navenda Perwerdeya Gel a Xelfetiyê beşdarî kursa mozaîkê ya jinan bûn, bi kelbetanan mermeran perçe dikin û bi van xîçên mermeran tabloyên hunerî çêdikin.
Jinên kursiyer bi xîçên mermeran ên reng bi reng va di serî da mozaîkên dîrokî yên wekî "Keça Mirtiv" û "Keybanûyên Amazonê", tabloyên mozîkên dîrokî yên ku li deverên cuda cuda yên Tirkiyê hatin derxistin, çêdikin.
102 tabloyên mozaîkê yên ku di nava 3 salan da bi kedeke mezin hatin çêkirin, bo cara pêşîn li Salona Pêşangehê ya Kevngeha Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ku mezintirîn Kompleksa Kevngehê ya Tirkiyeyê ye, hat rapêşandin.
Walî Gongur Azîm Tuna, Şaredarê Bajarê Mezin Nîhat Çîftçî, Qaymeqamê Xelfetiyê Mutlu Koksal û Şaredarê Karakopruyê Metîn Baydilli pêşangeh vekirin.
Gungor Azîm Tuna diyar kir ku jin mozaîkên di muzeyê da li ser tabloyan çêdikin û wiha got: "Navenda Perwerdeya Gel çend sal in ji bo jinan qursa mozaîkan vedike. Ev pêşangeh di encama xebateke ku 3 sal ajot da derket holê. Xebatên baş derketin holê. Him hunera xwe derdixin pêş û him jî debara xwe pê dikin."
Nîhat Çiftçiyê Şaredar diyar kir ku dema derfet çêbe jin karên xweş çêdikin.
Çiftçî destnîşan kir ku Şanliurfa bajarê mozaîkan e û wiha xeberda: "Mozaîk di şaristaniya me da rêça xwe hiştine. Derbaskirina wan a li ser tabloyan ji bo nasandina Şanliurfayê û parastina wan zehf girîng e."
Mutlu Koksalê Qaymeqamê Xelfetiyê diyar kir ku jin bi şev û bi roj tabloyên mozaîkan çêdikin.
Pêşengeh di serî da li Enqere û Stenbolê wê li bajarên cihê yên Tirkiyeyê were vekirin.