01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
VAN
Osman Eşmeyê hosteyê dîzan li Wanê bi kurê xwe va her roj bi dehan dîz û dîzikan çêdike.
Eşmeyê ku li taxa Bardakçiyê dijî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew hewl dide pîşeya bavê xwe bidomîne.
Eşme got ku di salên 1950î de li taxa wan gelek atolyeyên dîzan hebûne lê niha ev pîşe hêdî hêdî ji holê radibe û wiha axivî: "Ez û kurê xwe Oguzhan (13) niha bi hev ra dixebitin ku ev zenaet ji holê ranebe. Çi ji destê min bê ezê bikim."
- Li ser dîzên ku çêdike neqşên Urartuyan çêdike
Eşme diyar kir ku hewl dide bi motîfên demên berê dîzan çêke.
Eşme got ku ji akademisyenên li zanîngehê wêneyên dîzên dewra Urartuyan sitand û bi saya wan dest pê kir dîzên bi motîfên berê çêkir û wiha pê da çû: "Min li herêmê axa sor a ku ji vir 3 hezar sal berê Urartuyan pê dîz çêdikirin dît. Min dest pê kir bi vê axê dîzên wek dîzên ku Urartuyan çêkiribûn çêkir."
Eşme diyar kir ku dîzên ku çêdike difroşe herêmên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê.
Oguzhan Eşme jî got ji bo ku vî meslegê ku kalikê wî hînî bavê vî kiriye hîn bibe piştî mektebê tê li destgehê dixebite û dîzan çêdike.
Eşme got dibê hê bixebite û wiha axivî: "Ez nika dikarim dîzên hêsan çêkim. Çaxa ku tam bibim hoste ez ê kuzê avê çêkim. Ez ê piştî bavê xwe jî çêkirina dîzên Urartuyan bidomînim."