Önder Beyter
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Karliovaya navçeya Bîngolê ku raqima wê 1940 e ji ber şertên giran ên zivistana îsal, hem welatî û hem jî rêveber zehmetiyê dikişînin.
Navçeya Karliovayê ku nifûsê wê 12 hezar e, li Tirkiyeyê yek ji wan navçeyan e ku zivistana wê dijwar e. Navçeya ku navê wê ji berftê tê, îsal jî di demsala zivistanê da xêliya spî avêt ser xwe. Li navçeyê stûriya berfê gihîşt qedera 2 mêtreyan.
Li Karliovayê ku şertên dijwar ên zivistanê hem li ser jiyana rojane û hem jî li ser perwerdeyê tesîreke neyînî û giran dike, barîna berfê tu hema bêje ku ji bo welatiyan bûye bar. Bi kamyonan berfa ku stûriya wê digihêje 2 mêtreyan dikişînin dervayî navenda navçeyê, lêbelê ligel vê yekê welatî li pêşiya malên xwe korîdorekê vedikin û wisa diçin û tên.
Qaymeqamtî, rêveberiya taybet, şaredarî, polês, cendirme, ekîbên tenduristî û xilaskirinê bênavber xebatên xwe didomînin da ku tesîra nerênî ya zivistanê ya li ser welatiyan kêmtir bikin, lêbelê hin caran ev hewl û xebat bêencam jî dimînin.
- "Heman rêyê em rojê 3 caran vedikin"
Şaredarê Karliovayê Veysî Bîngol di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku zivistana navçeyê heqê navê xwe dide û zivistana sala îsal gelekî dijwar derbas dibe.
Bîngol bal kişand ku îsal zivistan bi zehmet derbas dibe û wiha dewam kir, "6 mehên Karliovayê bi rastî zivistan e û di van 6 mehan da vê derê adeta herêma afatê ye."
Bîngol got ku ew rojê 80 kamyon berfê bi tenê ji navenda bajêr bar dikin û dibin dervayî bajêr vala dikin û wiha dewam kir, "Em hewl didin ku xwe bi gaziya 45 gund û 20 mezreyan ra bigihînin. Em herwiha bêyî ku navendê û gundan ji hevdu cuda bikin, xebatên xwe didomînin. Ev bi taybetî 10 roj in em heman rêyê rojê 3 caran vedikin. Rêya ku em 2 saet berê vedikin, dîsa tê girtin. Lê tişta ku baş e jî ew e ku personelê me di têkoşîna dijî berfê da xwedan tecrube ne."
- "Zivistana îsal pir çetin e"
Muhammet Fatîh Tîryakî ku li navçeyê wekî beytar dixebite, diyar kir ku ew caran di wesayîta xwe da di rêyan da mehsûr dimîne û wiha dewam kir, "Ji gund ji bo çelekeke ku za gazî min kirin. Lêbelê ji ber berfê ez di rê da mam û min xwe pê ra negihand."
Welatî Abdulbakî Turhanê 65 salî jî wiha axivî, "Me bi qasî berfa îsal, berf nedîtibû. Rê û pêşiya malan hatin girtin. Em nikarin deriyên xwe vekin. Em tunelan vedikin û wisa diçin û tên."