İbrahim Atmaca
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
TUNCELÎ
Ji bo ku tûyê Çemişgezek Ulukaleyê ku tehma herêmî ya Tunceliyê ye, nîşana erdnîgarî hilde Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk (TURKPATENT) serlêdan qebûl kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, tûyê Ulukaleya Çemîşgezekê nêzî 2 mehan carekê fêkî dide, li gor cisnên din piçûk e û qemçika vê fêkiyê dirêj e, bê dendik e û spî ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo hilberîna vê tûyê zêde bibe, ji cisnên din cudatir were qebûlkirin, ji bo piştgiriya hilberîna herêmî û pêşketina deverên çiyayî, parastina cureyên biyolojîk û piştgiriya danasîna Tunceliyê Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr seba tescîlkirina nîşana erdnîgarî serî li TURKPATENTê da û ev serlêdan hat qebûlkirin.
Waliyê Tunceliyê û Cîgirê Şaredar Tuncay Sonel jî wiha got, "Mebesta me ew e ku bi vê nîşanê seba hilberîner û xerîdar pêbaweriya berên herêmî zêde be, dahata hilberîner zêdetir bibe û garantiyê bidin xerîdar ku ev ber di cî da hatiye çêkirin."