Abdullah Tel
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
MUŞ
Paleyên demsalî yên ku ji bajarên curbecur ên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine Mûşê bêriya malbatên xwe dikin.
Ji Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê pale hatine Mûşê û zebeşan berhev dikin û bi pereyê ji payetiyê tê va jî debara malên xwe dikin.
Di nav paleyên demsalî da Vahît Ozçelîk daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew komeke ji 20 kesî pêk tê rojê bi qasî 50 ton zebeş berhev dikin û li wesayîtan bar dikin.
Ozçelîk destnîşan kir ku ew wek ekîb dixebitin û kar li ku derê be ew jî li wê derê ne û wiha pê da çû: "Em salê 3 mehan zarokên xwe dibînin. 9 mehên salê jî li cihên karê çandiniyê dimînin. Li ku derê kandêlkirina zebeşan dest pê kiribe em berê xwe didin wir. Dema berhevkirina li vê derê diqede em berê xwe didin cihekî din."
Hayatî Hiseyîn Tahîrê bavê 4 zarokan ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviya û niha li Sirûca navçeya Şanliurfayê dijî jî ji xwe ra paletiya demsalî dike.
Tahîr diyar kir ku Tirkiye ji bo wan devereke pir girîng e û wiha pê da çû: "Nêzî 4 sal berê ez hatim Sirûcê. Ez di xaniyekî kirê da dimînim. Malbata min, diya min, bavê min, xwîşk û birayên min li Sûriyeyê ne û nêzî 3 salan e ku me hev nedîtiye. Ji ser têlefonê em diaxivin û pereyê ez qezenc dikim ji wan ra dişînim û pê debara xwe dikim. Ez îsal du mehan li Edeneyê 5 mehan li Elezîzê xebitîm û niha jî em hatine Mûşê."