Necat Hazar
09 Adar 2022•Rojanekirin: 17 Adar 2022
Li Baxçesaraya navçeya Wanê ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejayê ji bo rêya Wan-Baxçesarayê ya ji ber berfê hatiye girtin vekin, şev û roj dixebitin.
Li ser rêya Wan-Baxçesarayê du sal berê di 4 û 5ê sibatê da şepe ket û ji ber şepeyê 42 kes mirin.
Li ser vê rêyê neh cihên ku şepe dikeve heye û ekîb 4 roj e şev û roj dixebite ku rê bê vekirin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejayê bi 25 personel û 11 makineyên kar va dixebitin ku rê vebe.
Ji ber ku rê girtiye çûyîn û hatina Baxçesarayê ji Hîzana navçeya Bidlîsê çêdibe.
- "3 roj berê şepe çêbû"
Şefê ekîba Şantiyeya Gorentaşê ya Midûriya Herêma Rêbejayê Murat Yucel ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber talûkeya şepeyê û rewşa hewayê 4 roj e ew dixebitin ku rê bê vekirin.
Yucel wiha got: "Li wê herêma ku du sal berê şepe ketibû 3 roj berê jî şepe ket. Ji ber ku ji 10 mêtroyî zêde bû du roj me berfa ku şepeyê anî paqij kir. Em gihîştin Bihûreka Karapetê. Îsal berf zêde barî. Me 35 kîlomêtro vekir. Ji bo ku felaketa du sal berê çêbû dîsa çênebe em şev û roj dixebitin. Piştî ku rê hat vekirin û talûkeya şepeyê ji holê rabû rê ji bo hatin û çûyînê wê vebe. Em karekî pir talûke dikin, mirin li ber pozê me ye. Gelek caran talûkeya şepeyê çêbû. Hin hevalên me mirin. Em ji bo wan pir xemgîn in. Ji bo rê bê vekirin çi ji destê me tê em dikin."
Rêya 112 wargehên Wan, Bidlîs û Mûşê ji berfê hat girtin
Ji ber berf û bagerê rêya 112 wargehên Wan, Bidlîs û Mûşê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 7 taxan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo rêyên girtî vekin dixebitin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê ji ber berfa dibare rêya 58 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr paqijkirina ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Li bajêr ekîbên rêbejayê û şaredariyê jî berfa li rê û dirban paqij dikin.
- Mûş
Li Mûşê berfa berêvarê dest bi barînê kir ji bo çûyîn û hatinê bû asteng.
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin ji ber berfê rêya 47 gundan hat girtin.
Ekîbên şaredariyê berfa li kuçe û kolanan paqij dikin.
Welatiyan jî berfa li ser wesayîtên xwe û ber dikanên xwe paqij kir.