Abdullah Tel
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Koprukoya navçeya Erziromê Pira Çobandereyê ya ji hêla Dewleta Îlhaniyan va ku 720 sal berê hatiye çêkirin hê jî li ser pê ye.
Pira ser Çemê Arasê ya ku li texma çemên Bîngol û Hesenqeleyê digihîjin hev di heyama Gazan Xanê hikimdarê Dewleta Îlhaniyan da ji hêla Wezîr Salduzlu Emir Çoban Noyan va sala 1297-1298an hatiye çêkirin û digel ewqas salên borî hê jî saxlem e û li ser pê ye.
Pir bi qasî 220 metre dirêj e û 8 metre û nîv fire ye û 7 bi çavî ye û di nav pirên li bajêr da xwedî qedr û qiymeteke cihê ye.