Haydar Şahin
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
KARS
Li Herêma Pîşesaziya Qersê dizan trafoya 600 kîloyî ya febrîqeyekê dizî û xwe winda kirin.
Muhsîn Akçay dikana xwe barî dikana teze ya li Herêma Pîşesaziya Qersê kir û eşyeyên xwe lê bi cî kirin. Akçay ber destê sibê çû dikana xwe û carê mêze kir ku trafoya 600 kîloyî û hin kabloyên di hundirê febrîqeyê da hatine dizîn.

Akçay haca polêsan pê xist. Ekîbên Amirtiya Buroya Diziyê ya Midûriyeta Şaxa Asayîşê hatin cihê bûyerê û dest bi xebatan kirin.
Hat ragihandin ku ji bo derdestkirina dizên ku xwe winda kirin operasyona berfireh hat destpêkirin