ŞIRNAK
Niştecihên gundê Hîsarê di sala 1991an de mecbûr man ku ji gundê xwe derkevin û li Silopiyê bi cî bûn. Gundî piştî 22 salan vegeriyan gundê xwe.
Gundê Hîsarê di sala 1990î de ji ber têkoşîna bi PKKê re, hatibû valakirin û gundî li navçeyan bi cî bibûn.
Gundî bi bandora erênî ya pêla çareseriyê biryar dan ku piştî 22 salan vegerin gundê xwe yê ku 40 kîlometir ji Silopiyê dûr e. Gundiyan bi tevr û bêran riya gundê xwe vekir û çûn gundê xwe. Welatiyên ku gihan gundê xwe yê xirabûyî û ewil çûn gorên malbatên xwe ziyaret kirin û dia kirin. Welatiyek derkete li ser minareya ku saxlem mabû û piştî 22 salan cara ewilîn bang da.
Ji welatiyên ku vegeriya gund Abdurahman Yanalak, got ku di sala 1960î de di Dibistana Seretayî ya Hîsarê ya ku niha xirabe ye de xwend. Yanalak got ku gava min li vir dît rojên berê hatin bîra min û anî ziman ku dixwazin vegerin gundê xwe, li ser xaka xwe û ji bo vê yekê jî ji dewletê arîkarî xwest.
Adnan Onan jî got ku her çiqas rê vekirî nebin jî dîsa gihan gundê xwe. Onan diyar kir ku li gundê wan mineraya mizgeftê tenê li ser piyan maye û xemginiya xwe anî ziman. Onan axaftian xwe wiha domand: "Gund kavil bûye. Xanî û eraziyên me tapûkiri ne, lê ligel vê yekê perê van nedane me. Em dixwazin ku vegerin gundê xwe û li gundê xwe bijîn. Em dixwazin ku dewlet riyên gundê me çêbike û tezmînatên baxçeyan bide."
Onan got ku gundê wan li qontara Çiyayê Cûdî ye û li derûdora gundê wan cihên dîrokî yên wek Kelha Ristem, Kelha Keçan hene û wiha pê de çû: "Gundê me li hawirdorê dihat nasîn û bi taybetî jî fêkî û sewzê wê zehf bûn. Gund di salên 1991 û 1992an de ji ber bûyeran hat valakirin. Piştî vê yekê her tişt hişk bû. Piştî 22 salan tenê kavilên malan mane. Piştî gelek salan bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re, em vegeriyan gundê xwe. Daxwaza me ji serokomar û serokwezîr ev e; xebatên ji bo vegerîna gundan bînin cî."