Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di resepsiyona ku ji bo 95emîn salvegera vekirina TBMMyê hat lidarxistin de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Akdogan li ser pirsekî der barê Pêvajoya Çareseriyê de got ku pêvajo û xebat berdewam dikin.
Akdogan li ser pirsa der barê hevdîtinên bi heyeta HDPyê re wiha axivî:
"Hevdîtinên me yên bi wan re hedîseyek nîne, em her dem hevdîtinê dikin. Wek mînak em îro di parlementoyê de di Lijneya Giştî de bi hev re bûn. Bi hemû hevalên me yên parlementer ên ji hemû partiyan re. Ango em niha rûnin û bi wan re çayek jî vexwîn ev yek dibe bûyereke mezin. Em her dem wek rûtîn û jixwe wek heval jî hevdîtinê dikin. Têkiliyên me qut nebûne."
Hin daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ên der barê pevçûna li Agiriyê de hatin bibîrxistin, Akdogan li ser vê yekê wiha axivî:
"Ango hin malbatan bi zanebûn ji bo ku bi wan re hevdîtinê bikin nabin wir? Çalakiya hevdîtina bi wan re, ew jî gelek baş dizanin ku wir kî hebûn. Ango heke bibêjin 'me heta niha wiha dikir, deng dernediket.' Ji niha pê ve dê derkeve, em destûrê nadin îllegalîteyê û hevdîtinênên bi wî awayî. Em destûrê nadin tu çalakiyên ku ewlehiya hilbijartinê dixin xetereyê, em destûrê nadin ku tu çalakiyên ku dibe sedem di mirov de întibaya di bin siya çekan de propagandayê dikin, çêbe. Wir provokasyon ne ew e ku dewlet bergiriyên ewlehiyê bigire, wir lê gerîna wan mirovan e, ji wan mirovan dûrneketina wan e provokasyon. Pirsgirêka esil ew e û kes nikare vê yekê wekî tişteke normal nîşan bide.
Ew gelekî baş dizanin, hewceyiya wan bi parvekirina îstixbaratê tune. Bi kî re çawa hevdîtinê dikin, çawa hevdîtinê didin gelekî baş dizanin."
-"Tirkiye li cîhanê tenê nîne"
Akdogan dema pirsa der barê daxuyaniyên Awistirya û Rûsyayê yên der heqê bûyerên 1915an de bersivand, got ku tu qîmeta van gotinan tune. Akdogan bal kişand ku têkiliyên dualî yên bi van welatan re gelek in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Helbet xemgîn dike lê bertekeke wê ya pratîk nabe. Heke hûn lê binêrîn îro û sibê nêzî 25an rayedarên dewletan, serokên hikûmetan tên Stenbolê. Ew jî piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê nîşan didin. Ji ber vê yekê Tirkiye tenê nîne, dostên Tirkiyeyê jî diyar in. Tu kes nikare tu tiştê ji van derxîne. Tu feyda van ji pirsgirêkê re tune. Ango çi feydeya vê ji pirsgirêkê re heye. Em her dem destê dostaniyê dirêj dikin, lê destê me vala dimîne. Ji normalîzebûna têkiliyên bi Ermenistanê re bigirin heta avakirina komîsyona hevpar, gelo me di tu xebatên xwe de ji wan tiştek dît? Her dem me pêngav avêtin, wan her dem paş de gav avêtin, têkiliyan xira kirin. Em bi niyedeke baş ji bo ku bi hev re dahatûyê li ser dostaniyê ava bikin hewl didin. Biryarên wan ên bi vî awayî tenê kîn û nefretê zêde dike. Em nikarin li ser kîn û nefretê dahatûyê ava bikin. Ji ber wê em dikarin çawa vê dostaniyê, hevkariyê pêş bixin, heke bi vî çavê lê binêrin dê berpirsyartir tevbigerin."
Akdogan li ser pirsa dê ve yek bandoreke çawa li ser têkiliyên bi Rûsyayê re bike wiha axivî: "Têkiliyên me yên piralî hene. Ev tevger me xemgîn dikin lê belê ev têkilî ango têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê têkiliyên wisa ne mirov nikare bike qurbanê mijarên wiha."
Akdogan li ser pirsa "Balyozê Awistiryayê paşve hat kişandin. Li Rûsyayê jî têgeha komkujiyê hat bikaranîn, gelo hikûmet difikire ku pêngaveke wisa biavêje?" wiha axivî: "Divê vê bi Wezareta Karên Derve re biaxivin, gelo nirxandineke wiha hat kirin an na? Lê belê piraniya welatan van tiştan nû nabêjin. Em dizanin ku ev welêt biryarên wek hev distînin û daxuyaniyan didin. Heta niha tu bertekeke pratîk a vê yekê çênebû, qîmeta wê jî tune. Em divê zêde guh nedin van. Em bi xwe vê yekê mezin dikin û ev yek jî xizmetê berdewamiya vê pirsgirêkê dike."
-"Niha dîmena partiya rêxistinê heye"
Akdogan pirsên der barê hilbijartinê de bersivand û diyar kir ku muxalefet tu projeyan dernaxîne holê, belênên populîst pêşkêş dike. Akdogan da zanîn wisa difikire ku beşdariya hilbijartinan dê dora ji sedî 90î be û got her kes divê biçe ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne.
Akdogan li ser nîqaşên gelo dê HDP ji bendê derbas bibe an na jî sekinî û wiha axivî: "Ew jixwe hewl nadin ku bi dengên xwe yên li rojhilat ji bendê derbas bibin. Hewl didin ku bi dengên bajarên mezin û yên derveyî welêt ji bendê derbas bibin. Lê belê çiqas rûyê wan ên rastîn derdikeve holê, maqyaja wan xira dibe, ne mimkûn e ku ji wan deran deng bistînin. Va ye me danezana wan dît. Heşt caran gotina 'kurd' derbas dibe, 9 caran 'lezbiyen, gay û nizam çi'. Ango ev qas ji rastiya Tirkiyeyê dûr in."
Akdogan destnîşan kir ku bi dirûşmeya 'Partiya Tirkiyeyê' nikarin bibin partiya Tirkiyeyê û got "Gelo tu partiya Tirkiyeyê yî an a rêxistinê. Niha dîmena paritya rêxistinê heye."
-"Tu dê çawa bibî partiya Tirkiyeyê?"
Ji aliyê din ve Arîkarê Serokwezîr Akdogan di Civîna Meclisa Şewrê ya Navçeyê ya AK Partiyê ya ku li Navenda Perwerdeya Gel a Elmadagê hat kirin jî HDPyê rexne kir.
Akdogan HDPyê "wek gurê di nav postê berxan de" bi nav kir û der barê danezana hilbijartinê ya HDPyê de nirxandin kirin û wiha axivî:
"HDP di danezana xwe ya hilbijartinê de dibêje ku 'Ez dê dersa dînê rakim, Diyanetê rakim, ezê vê rakim, wê rakim'. Çend sal beriya niha CHPyê heman tişt digotin. CHPya kurdan. Dê qaşo komkujiya ermeniyan nas bike. Tu dê çawa bibî partiya Tirkiyeyê? Tu dê bi paşguhkirina hesasiyetên civaka Tirkiyeyê çawa bibî partiya Tirkiyeyê? Di danezana wan de 8 caran kurd derbas dibe 9 caran jî lezbiyen nizam çi. Gelo civaka Tirkiyeyê ev e? Radibin rûdinin dibêjin 'xwesariya demokratîk'. Dema we ev bihîst bila neyê eqlê we ku 'bila birêvebiriyên herêmî xurt bibin, em demokrasiyê bînin'. Ew gotina demokratîk xapînok e. Tişta ku dibêjinê xweserî 'Vir bidin me em bi rê ve bibin.' Va ye li Sûriyeyê kanton çêkirin, hewl dan ku li Iraqê jî çêkin û bi Barzanî re ketin sitûyê hev. Em divê vê nêrînê bibînin. Ev nêrîn nikare bibe partiya Tirkiyeyê."
news_share_descriptionsubscription_contact


