Necat Hazar
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2021
Li Baxçesaraya navçeya Wanê jineke ducanî kete berzê, ekîbên şaredarî, cendirme û tenduristiyê ji bo jinikê seferber bûn. Piştî pêvajoyeke zor û zehmet jinik gihandin nexweşxaneyê, welidî û zareke qîzîn anî dinyayê.
Suheyla Alava 33 salî ya diya 2 zarokan a li Yaylaqonaxa gundê Baxçesarayê dijî ket berzê. Malbatê haya rayedaran pê xist. Ji ber berfa bi rojan e dibare û bagerê rêya gund hatibû girtin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rê dest bi xebatan kirin.
Ekîb gihîştin gund û Suheyla Alav bi ambulansa bipalet va anîn navenda navçeyê. Piştî midaxeleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Baxçesarayê biryar hat dayîn ku Alavê sewqî Wanê bikin. Rêbejaya Baxçesaray-Wanê li tanga gêdukê Karapetê ji ber berfê hatibû girtin ji ber vê ji bajêr ambulansa firoke hat xwestin.
Firoke ji Wanê rabû lêbelê ji ber berf û bagerê nikaribû dakeve erdê, li ser vê ekîban biryar da ku jina ducanî bibin Hîzana navçeya Bidlîsê û ji wê derê ra bibin Wanê.
Paşê xeber hat ku rêya Baxçesaray û Hîzanê jî ji ber berfê hatiye girtin. Li ser vê ekîban ji cendirmeyan alîkarî xwestin. Cendirmeyan rê rayê firokeya ambulans dan ku bira were Qereqola Cendirmeyan a Ulubeyliyê.
Eskerên Qereqola Cendirmeyan a Ulubeyliyê jî ji bo firoke bi rihetî dakeve erdê berfa li qadê paqij kirin.
Firokeya Wezareta Tenduristiyê hat pêşiya qereqolê. Suheyla Alav li vê derê li firokeyê siwar kirin.
Firokeya ambulans jinik hilda û hat Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê.
Suheyla Alav li vê derê welidî û zareke qîzîn anî dinyayê.
Taner Alavê mêrê Suheyla Alavê qala pêvajoyê kir û wiha pê da çû:
"Ez li gundê Yaylaqonaxê rûdinin. Xanima min nexweş bû, em li benda zarokekê bûn. Rêya gundê me girtî bû. Ekîbên Şaredariya Bajarê mezin a Wanê rê vekirin. Em anîn navçeyê lêbelê rêya Baxçesaray-Wanê jî hatibû girtin, me jî berê xwe da Hîzanê û ku werin Wanê. Ew rê jî girtî bû. Li ser vê firoke hat xwestin. Eskeran pêşiya qereqolê paqij kir û firoke daket wê derê û firokeyên xanima min gihande Wanê. Ji bo xanima min her kes seferber bû. Xwedê ji hemûyan razî be."