Hüseyin Demirci
05 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê bi hatina payîzê va pelên daran jî ji rengê kesk veguherîn rengê sor û zer.
Li navçeya ku yek ji cîhûwarê herî bilind ê jiyanê yê Tirkiyeyê ye, payîzê rûyê xwe nîşan da.
Li Geliyê Keklîkê ya ku 2 hezar û 500 mêtro bilind e, Çemê Çamaşirê û Avasar darên daristanê yên ku rengên wan kesk, zer û sor in balê dikşînin.
Darên spîndar, şîlan û narewanê yên ku reng guherîne dîmenên xweş derxistin holê.
Wênekêşên siruştê jî dîmenên dar û hawîrdorê dikşînin.
Wênekêşê siruştê Turhan Kocaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di van rojên ewil ên cotmehê da payîz xwe dide hîskirin.
Kocaş got ew jî wek wênekêşên siruştê payîzê li Geliyê Keklîkê, Çemê Çamaşirê û Avasar wêne û dîmenan dikşînin û wiha axivî: "Payîz ji bo wênegirtinê demsaleke gelek baş e. Lewra tîrêjên tavê wek berê ji goşeyeke tîk nayên. Ronahî zêde nateqe. Kêf û coşa rengan jî piştgiriyê dide vê yekê û em bi rehetî wêneyan dikşînin."