16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
VAN
Penaberên sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî ji welatên xwe reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê, niha ji bo zivistanê amadehiyan dikin.
Ji ber ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa sar dibe, penaber jî malên kevn û xirabe yên ku lê dijîn temîr dikin, betaniyan diavêjin li ser deriyan û hewl didin ku zivistan germtir derbas bibe.
Penaberê bi navê Fariz Nasir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji Sûriyeyê hatiye Şanliurfayê û ji wir jî hatiye Wanê.
Nasir got ku ev 4 salin ew zehmetiyê dikşînin û wiha axivî: "Kurê min di êrîşên bibombe de mir. Mala me û kargeha me xirab bû. Niha mala ku em lê dijîn jî hema hema hildiweşe. Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê û ez ditirsim ku ew ji sermayê nexweş bikevin."
Jina Nasir Kîraz û qîza wî Leyla jî behsa zehmetiyên xwe kirin û gotin ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye. Malbatê got ku ew heqê xwe ji Esed re helal nakin.
- Di nav konan de jiyan zehmet e
Malbata Yasîn ên ku ji Kobanêyê ji ber êrîşên DAEŞê xwe spartine Wanê jî di konekî de dijîn.
Nebî Yasînê ku bi jina xwe û 3 zarokên xwe ve di konekî de dijîn jî behsa zehmetiya rewşa xwe kir û wiha axivî: "Cîranên me bila sax bin ji me re xwarinê dişînin. Em nizanin em ê çi bikin û herin li ku? Em bêriya welatê xwe dikin. Heke şer bidawî bibe em ê vegerin welatê xwe."
Jina Yasîn Gulê jî got ku di konê de jiyan zehmet e û wiha axivî: "Di konê de xwedîkirina zarokan zehmet e. Heke alîkariya me bikin em ê kêfxweş bibin. Hema hema berfê bibare û hewcedariya me bi her tiştî heye."
- "Çi ji destê me tê em dikin"
Midûrê Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî ya Tuşbayê Ubeydullah Arvas jî got ku dema penaber qeyda xwe bikin, ew wek weqf alîkariya malbatan dikin.
Arvas wiha axivî: "Welatiyên me kîjan alîkariyan digrin, penaber jî heman alîkariyê digrin. Ji bo ku ew mexdur nebin çi ji destê me tê em dikin. Lê divê ku ew qeyda xwe li vir bikin."