Mesut Varol
12 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2023
Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) xebat hat destpêkirin da ku her sal yekşema ewil a hezîranê ji hêla UNESCOyê wekî "Roja Taştê ya Cihanî" were naskirin da ku çanda taştê ya Wanê were nasandin.
Bi vê xebatê va armanc ew e ku taştêya Wanê bêtir were naskirin ku ji gelek berhemên xem xîtabî çavê mirov û hem jî xîtabî mîdeya mirov dikin pêk tê ku ew jî penêrê sîrimê, mirtoxe, qawût, hêkerûna qeliyê, jajî, to, rûnê nivîşk û hingiv in.

Ji hêla Van TSOyê par bo Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê serîlêdan hat kirin da ku her sal yekşema ewil a hezîranê wekî "Roja Taştê ya Cihanî" were naskirin.
Piştî nirxandinê ji bo Van TSOyê nivîs hat şandin û tê da hat diyarkirin, daxwaz di Komîteya Îxtisasê ya Mîrata Çandî ya Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê da hat nirxandin û ew yek guncav hat dîtin ku mijar ji hêla saziya îcraker Wezareta Karên Derva were şopandin.

Serokê Van TSOyê Necdet Takva ji peyamnêrê ra diyar kir, ji bo ku taştêya Wanê bêtir were naskirin, wan li Wanê di 2014an da "sifreya taştê ya herî qelebalix a dinyayê" pêk anî û wiha dewam kir:
"Ji bo ku dewama wê were û çanda me ya kevneşopî derkeve asteke bilindtir, me hewl da. Niha ez bi kêfxweşî tînim ziman ku Komîteya Îxtisasê ya Mîrata Çandî ya Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê daxwaza me nirxand û biryar sitand ku mijar ji hêla Wezareta Karên Derva va were şopandin. Em jî bextewar bûn ku gaveke din jî hat avêtin da ku çanda me ji bo dinyayê were nasandin."

Aydin Acarê kargeha wî heye jî wiha axivî, "Taştêya Wanê ji dehan teaman pêk tê. Ên ku herî zêde tên ecibandin mirtoxe, penêrê sîrimê, qawût û qelî ye. Hin mêvanên me hene ku bi tenê ji bo taştê tên bajarê me û di heman rojê da cardin vedigerin. Daxwaza ku li UNESCOyê hat kirin em kêfxweş û kelecanî kirin. Bi vê xebatê va taştêya Wanê dê bigihîje wî ciyê ku heq dike."
Îlkay Elyigitê Edeneyî yê hatiye Wanê gerê jî diyar kir ku taştêya Wanê ji ya bajarên din cudatir e û her wiha pir xweş e.