Emre Ilıkan,Sedat Gümüş,Hakan Sarı
25 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2023
Li Wanê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê perwerdehiya sibe li hemû dibistanên navçeya Çaldiranê û li dibistanên di çarçoveya xwendina veguhastiniyê da li navçeyên Muradiye, Çatak û Ozalpê hatin sekinandin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Mûradiyeyê da hat ragihandin ku ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê sibe li hemî dibistanên di çarçoveya xwendina birûanînê da, navberê didin perwerdeyê.
Di daxuyaniya Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê da hat ragihandin ku li navçeya Çaldiranê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê sibe hemû dibistanên seretayî û amadeyî û saziyên din ên perwerdeyê hatin tatîlkirin.
Hat ragihandin ku li navçeyên Çatak û Ozalpê ji ber berfa zêde ku rêyên hin taxan hatin girtin, li dibistanên di çarçoveya veguhastiniyê de perwerdehî hat rawestandin.