İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Fırat Atmaca,Abdullah Söylemez,Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren
12 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2023
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê ji ber sir û seqema zêde çem, kanî, lîç û depoyên sotemeniyê yên wesayîtan qerisîn.
Li Erziromê demekê berfê lê kir û paşê cî ji seqemê ra hişt.
Germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvandin û hinek ciyên avî yên li bajêr cemed girtin.
Welatiyan ji bo çûkan lext avêtin ser peyarê ku bila ew birçî nemînin.

- Qers
Li Qersê hewaya sar ev du roj e ku bi tesîr e û car caran jî berf dibare.
Çar aliyê bajêr bi berfê çîl û spî bûye û hinek welatiyan berfa li pêşiya mal û dikanên xwe paqij kirin û hinekan jî ya ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Li navçeya Sariqamîşê jî germahî di bin sifirê da 16 pîle hat pîvandin û ji ber sermaya zêde sifirnek û kulekên xaza siruştî şembelîk girtin.
Li Erdexan, Agirî û Tunceliyê jî rewş heman bû û ji ber sermaya zêde çem, newal û avên kaniyan cemed girtin,
Ji bo ku çûk birçî nemînin jî welatiyan lext avêtin der û dorê û li wan xwedî derdikevin.