23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
STOCKHOLM
Mislimanên ku li welatên Îskandinav dijîn ew ê îsal rojiya herî dirêj bigrin.
Li gor îmsakiyeya Serokatiya Karûbarên Diyanetê, di rojvegera havînê ya 21ê hezîranê da li Kîrinaya bajarê Swêdê, Tromsoya bajarê Norwêce û Reykjavika bajarê Îzlandayê mislimanê 22 saetan rojiyê bigrin. Li Stockholm, Oslo, Kopenhag û Helsînkiyê jî rojiyê 20 saetan dewam bike.
Cîhat Kullayê wezîfedarê Mizgefta Mezin a Fîttjayê ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Em ê di navbera 15 û 20ê Remezanê da li Stockholma paytextê Swêdê 20 saet û 8 deqîqeyan rojiyê bigrin. Li Kîrunaya bajarê Swêdê û Tromsoya bajarê Norwêcê jî rojiyê 22 saetan bikişîne."
Kullay got li Swêdê dema rojiyê zehf dirêj e lêbelê misliman çaxa rojiyê digrin tengasiyê nakişînin û wiha axivî: "Hewa hênik e û demsal nermayî derbas dibe, em jî bi rihetî rojiyê digrin. Li wê derê misliman bi coş û geş rojiyê derbas dikin. Piştî nimêja esrê em muqabeleyê dixwînin. Pişt nimêja eşayê em nimêja terewîhan dikin."
- Li Swêdê rojî ji xebatkaran ra zor e
Musa Karadagê 53 salî yê ajokarê otobêsan ê ku 23 sal e li Swêdê dijî got ji ber ku şebeqê zû dest bi kar dike Remezan ji bo wî bi zehmetî derbes dibe.
Karadag got, "Şebeqê ez di saet 04.00 an jî 05.00an da dest bi wezîfeyê dikim. Rojê du caran dixebitim. Saet 05.00an da dest bi wezîfeyê dikim û hetanî saet 09.00an dixebitim. Paşê di saet 14.00an da dest bi wezîfeyê dikim û hetanî saet 18.00an dixebitim. Çaxa rojiyê digrim roj zehf zor derbas dibe. Piştî nimêşa eşayê hetanî razêm saet dibe 23.30 û ez xwe nagihînim paşîvê."