Fatih Gazioğlu
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
VAN
Încî kefal di dema xerzdanînê da wek masiyên somonê yên li Norwecê berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku rastî astengan tên jî xwe çeng dikin. Rêwîtiya încî kefalan merivan heyranê xwe dihêlin
Di Gola Wanê da tenê încî kefal heye û dema xerzdanîna kefalan jî her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de dest pê dike û masî xwe didin ava şirîn.

Dema ku masî xwe hildavêjin û berovajiyê ava herikbar avjeniyê dikin, dîmenên xweşik derdikevin holê û mirov hejmetkar dimînin û lê dinhêrin. Her sal bi hezaran tûrîstên xwemalî û biyanî tên bajêr û dibin şahidê koça masiyan.

Hîndekerê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanînge Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku masiyê încî kefalê bona herêmê nirxeke girîng e û wiha axivî:

"Masîyê încî kefalê bi kêrî aboriya herêmê jî tê. Eger merivên tên vê derê zêde bibin, ev der wê bibe navnîşana ekoturîzmê. Divê em li masiyê xwe xwedî derkevin nehêlin biqaçax bên girtin. Eger em tevbîrên baş hildin salên tên wê bi hezaran turîst bên herêmê. Li dinyayê li tu ciyan ev dîmênên masiyan hûn nikarin bibînin."
Ji welatiyan Yakup Nargul got ew bona dîtina masiyê încî kefalê ji Enqereyê hatiye vê derê û wiha axivî: "Ev demeke dirêj bû min plan dikir ku bêm vê derê û vê koçê bibînim. Cara ewil e ez têm vê derê. Divê hemû kes were û li rêwîtiya masiyan temaşe bike."