05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Lonnie Eliya jina Muhammed Elî ra têlefon vekir û sersaxî dayê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyêb serokomariyê hat hildan, Erdogan diyar kir ku wefata Muhammed Elî ew pir xemgîn kir û got ku Xwedê rehma xwe lê bike û serê malbata wî sax be.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku milletê tirk di serî da Muhammed Elî li cem misilmanan yekî pir bi qîmet e.
Lonnie Eliyê jî ji bo sersaxiyê ji Serokomar Erdogan ra sipas kir.