Muhammet Kurşun
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
ADANA
Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got: "Yên ku berberiyên di nava me de diemilînin me li dijî hev sor dikin û berê eskerên xwe dişandin û dagir dikirin lê îro wê bi destê me didin kirin. Xwîna me bi destê zarokên me didin rijandin."
Yapicioglu beşdarî merasima fitarê bû û digel alîgirên xwe civiya.
Piştî fitarê axivî û bal kişand ser rewşa xerab a giştî. Yapicioglu wiha axivî:
"Yên ku berberiyên di nava me de diemilînin me li dijî hev sor dikin û berê eskerên xwe dişandin û dagir dikirin lê îro wê bi destê me didin kirin. Xwîna me bi destê zarokên me didin rijandin. Heta ku em hêza xwe li dijî hev bixebitînin dê dijmin çekan çêkin û bifirolin me. Dê destûrê bidin ku em li dijî hev bi kar bînin."