Haydar Şahin
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê Ozkan Ulubayê 25 salî yê ku dema bizinên xwe diçêrand rastî êrîşa xinzîran hat piştî xebata 5 saetan dewam kir ya ekîbên Serwêsa Acil a 112ê û yên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr (AFAD) hat xilaskirin.
Di bûyera ku li gomeke Yakabaşiya Jor a gundê Pertekê qewimî da Ulubayê bizinên xwe diçêrand rastî êrîşa xinzîrê ku derket pêşiya wî hat.
Ulubay di êrîşê da ji qalçeya xwe birîndar bû banzdî nav dar û dirikan û ji xinzîr xilas bû.
Ulubay bi têlefonê haya ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê pê xist, paşê bangî ekîbên AFADê kirin û piştî xebata ku 5 saetan ber xwe da Ulubay ji nav dar û dirikan hat derxistin.
Ji ber ku herêm ji çil û çiyan pêk tê wesayîtên ekîban derneketin dewsa bûyerê, ekîban piştî xebatên xilaskirinê Ulubey bi sedyeyê qasî 5 kîlomêtreyan berjêr anîn. Şivanê ku anîn gundê Yakabaşiya Jor bi ambulansa li bendê bû va rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.
Ulubay li vê derê tê dermankirin.