İbrahim Atmaca
26 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2020
Sûlava Muradiyeyê di nav reng û xemla payîzê da mazûvaniya mêvanên xwe dike.
Sûlav li ser Bendava Masiyan e û di vê demsalê da ava sûlavê zêde dibe û ji 20 mêtre bilindahiyê ra diherike û dîmeneke pir xweş dirdixe holê.
Digel kesên ku dixwazin di nav siruştê da bigerin û wextê xwe di nav siruştê da derbas bikin, turîst jî eleqeyê nîşanî sûlavê didin. Sûlav di her demsalê da bi xweşikahiyên xwe va merivan dixe heyranê xwe.
Sûlav di nav rengên payîzê da xemilî û kesên ku wêneyan dikşînin jî hatin ziyareta sûlavê û wêneya wê dikşînin.
Bûk û zavayên ku nû dizewicin jî ji bo kişandina wêneyan tên ber sûlavê.
Elîf Korkmaza ku wêneyên siruştê dikşîne, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sûlav bi hemû rengên payîzê xemilî ye û ew bû heyrana sûlavê.
Kormazê wiha xeberda, "Ev der weke studyoyeke siruştî ye. Dema em hatin, bûk û zavayên ku nû dizewicin, wêne dikişandin. Ez pêşniyaz dikim ku her kes vê derê bibîne. Ez li Stenbolê dijîm. Du sal berê li Erdîşê hatim tayînkirin. Ez bûm heyrana xweşikahiyên van derana. Ez û hevalên xwe wêneyên van xweşikahiyan dikşînin."