Türkan Tosun
27 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li Stenbolê ji serê sibê pê va mij û dûman çêbû.
Mij û dûman ji serê sibê pê va li Fatîh, Eyup, Gazîosmanpaşa, Zeytînburnu, Beşîktaş û Sariyer di serî da tevahiya bajêr zêde bû.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû, di hatin û çûyînê da zehmetî çêbû.
Ji ber mij û dûmanê li Tengava Stenbolê û Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê jî dîmenên xweş derketin holê.