Türkan Tosun
13 Nîsan 2020•Rojanekirin: 14 Nîsan 2020
Li navçeyê piştî ku berf heliya gulika mizginiya biharê dide jî hêşîn bû.
Gulik piştî berf dihele hêşîn dibe û di nav du hefteyan da xilas dibe, lewra emrê wê kin e.
Li navçeyê kîloya wê 5 lireyan tê firotan û gel eleqeyeke mezin nîşanî gulikê dide.
Kasim Ugurê gulikê difroşe got ji ber vîrusa koronayê gel nikare ji mala xwe derkeve, lê heke kesek bixwaze ew gulîkê heta mala wan dibin.
Ugur got hin kes şorbeya gulikê çêdikin, hin kes jî diqelînin û wisa dixwin.