KIRŞEHÎR
Welatiyên kurd nêzî 150 salan beriya niha koç kirin Kirşehîrê û li wir ji bo mêvanên xwe her tim savara kurdan a ku mirov ji taama wê têr nabe, çêkirin. Piştî bi salan ev savar bû edet û niha di hemû şahî û dawetan de tê çêkirin.
Her wiha savara kurdan bû nîşaneya kêfxweşî û biratiyê. Lewra di hemû rojên bi xêr de ev xwarin tê çêkirin û belavkirin.
Muxtarê gundê Buyukkişlaya Boztepeya Kirşehîrê Alî Karakoç jî di daweta xwe de savara kurdan da çêkirin û belavî mêvanan kir. Karakoç diyar kir ku qasî wext derbas bû savara kurdan bû xwarina herêmê û di hemî rojên taybet de xwarina sereke ev e.
Savara kurdan wiha tê çêkirin
Goştê berxan dikelînin û ava wê dirêjine menceleke din de. Paşê rûnê nivîşkê yê herêmê dihelinîn û savarê diavêjin nav ava goşt. Paşê rûnê nivîşkê û savarê nav hev didin. Piştî ku savar çêdibe, goşt direjînin ser savarê.
Her wiha xwarineke ku mirov ji taama wê têr nabe derdikeve.