23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
BATMAN
Xwendekarên gundê Oyuktaşa navçeya Kozluka Batmanê mamosteya xwe ya Aybuke ku terorîstên PKKyî par di 24ê Çiriya Paşîn da şehîd kirin, ji bîr nekirin
Li dibistana Mezraya Yeşîlyurtê ya gundê Oyuktaşê ku 24 xwendekar lê perwerde dibin, bi navê "Şehîd Şenay Aybuke Yalçin"ê koşe hat çêkirin.
Xwendekaran bi xwe bi kaxizan qerenfîl çêkirin û danîn koşeyê û ji bo mamosteya xwe ya şehîd dia kirin. Xwendekaran hemû bi hev ra got: "24ê Çiriya Paşîn Roja Mamosteyan pîroz be. Me mamoste Aybuke ji bîr nekir."
Mamosteya polê Eda Tufanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ê xatireya şehîd Yalçinê nedin jibîrkirin.
Tufanê bi bîr xist ku Yalçina ku terorîstên PKKyî ew şehîd kirin, ji rojavayê Tirkiyeyê wek xwebexşeke perwerdeyê hat û wiha dewam kir:
"Lê mixabin terorîstan hevala me ya xwebexşa perwerdeyê şehîd kir. Em bi minasebeta 24ê Çiriya Paşîn Roja Mamosteyan bi xwendekarên xwe va mamosteya şehîd Şenay Aybuke Yalçinê bi bîr tînin. Em ê xatireya wê nedin jibîrkirin. Roja hemû mamosteyên me yên ku li dinyayê û Tirkiyeyê keda perwerdeyê didin, pîroz be."