Haydar Şahin
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
EFRÎN
ÎHHya Weqfa Alikariya Mirovahiyê alîkariya xurek û amûrên lazim li malbatên li Dêr Sawana gundê Efrînê ya ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hat xilaskirin belav kirin.
ÎHHyê xwe bi malbatên li Dêr Sawana gundê Efrînê yê ku ji terorê hat paqjkirin ra gihand.
Yakup Alacayê ji yekeya çapemeniyê ya ÎHHyê ya Kilîsê got, "Li vî gundê ku hat xilaskirin 25 malbat mane. Me hewcedatiyên van malbatan tesbît kirin û alîkariya gelê Tirkiyeyê gihande wan."
Alaca got ku malbatên li gundê Dêr Sawanê di tengasiyê da ne û wiha axivî: "Me xeber hilda ku gelek sivîl li gundê hat xilaskirin hene. Gotin ku ev çend roj in tengasiya xurekê û nan dikişînin. Me jî bi ekîbên xwe ra alîkariya acil û xurek gihande gundiyan."
Koliyên xurekê, paketên zarokan, pînê binê zarokan û mama li malbatan hat belavkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 20ê sibatê da gundê Dêr Sawanê ji terorîstan xilas kiribûn.