Türkan Tosun
25 Adar 2020•Rojanekirin: 25 Adar 2020
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay daxuyand 2 hezar û 721 xwendekarên li Îngiltere, Îrlanda, Swîsre, Polonya, Îtalya, Misir û Qibrîsê bûn û ji ber ku seferên balafiran hatin qedexekirin li wir mabûn, hatin anîn.
Oktay li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo rewşa xwendekarên li dervayî welêt bûn û ji ber tevdîra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) seferên balafiran hatin qedexekirin û ew jî li wir asê man peyamek weşand.
Okray wiha got: "Karê texliyekirina 2 hezar û 721 xwendekarên me yên li Îngiltere, Îrlanda, Swîsre, Polonya, Îtalya, Misir û KKTCyê bûn û ji ber ku seferên balafiran hatin qedexekirin li wir mabûn temam bûn û ew hatin Tirkiyeyê."
Oktay anî ziman ew bi hevkariya Wezarata Karên Derva, Ragihandin û Binesaziyê bi THYyê va hatin û got ewê 14 rojan di karantînayê da bimînin.