22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
SÎÎRT
Li Sêrtê di heyama 2015-2016an da 98 hezar xwendekar qarneyên xwe sitendin.
Li Dibistana Seretayî ya Alparslanê merasima belavkirina qarneyan hat çêkirin û Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz, Midûrê Perwerdeya Neteweyî Fethî Suay, mamoste, xwendekar û weliyên xwendekaran beşdarî merasimê bûn.
Walî Tutulmaz qarneyên xwendekaran belav kir û şîret li wan kir ku guh bidin dersên xwe û bixebitin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Fethî Suay jî destnîşan kir ku îsal heyama pewerdeyê li Sêrtê xweş derbas bû û wiha xeberda: "Şikir îsal li bajarê me heyama perwerdeyê xweş derbas bû. Mixabin ji ber bûyerên ku derketin ji derva xwendekarên mêvan hatin ji bo ku ji mekteba xwe nemînin. Ev xwendekar jî dema vegerin wê ji bo ku li vir ders wergirtine belgeyên xwe hildin."