Sevim Hatun
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
BATMAN
Li mezraya Ulucanlara ser gundê Gurpinara Kozlûka navçeya Batmanê xwendekar li dibistana ku li erda wê xalî hatine raxistin tên perwerdekirin. Dibistana ku li erda wê xalî hatine raxistin bi vî durûvê germ dişibe malekê.
Li Ulucanlara mezraya Ulucanlarê mamosteyan li polên dibistana destpêkê ya Ulucanlarê ku 40 xwendekarên wê hene xalî raxistin. Xwendingehên ku hatin raxistin û xemilandin bi vî dişibin malekê germ û xweş.
Hemî xwendekarên dibistanê li ber deriyê dibistanê solên xwe derdixin, şimikên ku mamosteyan sitandine pê dikin û paşê derbasî xwendingehan dibin.
Xwendekar û malbatên xwendekaran dibêjin ku ew ji bo vê memnûn in û malabat dibêjin ku zarokên wan naxwazin ji dibistanê vegerin malê.
Midûreya dibistanê Çîgdem Kizmazê ji nûçegihanê AAyê re got ku wan ji bo xwendekaran dirûvê dibistanê guhert, armanca wan e ku xwendekar li dibistanê wekî ku li mal bin xwe rihet hîs bikin.
Kizmazê wiha dewam kir: "Me ji bo daşîran jî şimik sitandin. Heta ji bo zarokên me destê xwe zuha bikin me xewlî jî kirîn."
- Xwedekar kêfxweş in
Kizmazê got ku ew ji bo kalîteya perwerdeya ku didin bilind bikin û xwendekar dibistanê wekî mala xwe bibînin vê xebatê dikin û wiha dewam kir:
"Xwendekarên me bi kêfxweşî tên dibistanê, dixwazin hîn bibin û bi kelecan in. Piştî ku me ev xebat kirin malbatan jî piştgirî dan me."
- Dibistan bû wekî mala me
Ji xwendekaran Zehra Bîlgînê jî sipasiya mamosteyên xwe kir û got: "Zivistanê piyên me dicemidîn. Êdî nacemidin. Em bextewar in. Bi saya mamosteyên me dibistan bû wekî mala me."