Selma Kasap
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 06 Hezîran 2021
Ezmûna navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) ya ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) va tê lidarxistin û xwendekarên pola 8emîn dikevin, dest pê kir.
Ezmûnê bi du rûniştinan çêbibe ku rûniştina ewil di saet 09.30î da dest pê kir û ewê di saet 10.45an da biqede.
Rûniştina duyem a ezmûnê jî wê di 11.30an da dest pê bike û di saet 12.50an da dawî bibe.
Xwendekar û kesên ji malbata wan ên bi wan ra diçin cihê ezmûnê wê di navbera saet 07.00-15.00an da serbest bin û qedexeya derketina derva ji bo wan wê çênebe.
Ezmûn li nav welêt di 973 navendên ezmûnê, li dervayî welêt jî 4 navendên ezmûnê li 17 hezar û 793 dibistanan û 82 hezar û 355 salonan çêdibe.
Her xwendekar li dibistana xwe dikeve ezmûnê.
- Di pergala ezmûnê da guherîn tune
Di herdu rûniştinên ezmûnê da 90 pirs wê bên pirsîn.
Di rûniştina ewil da xwendekar wê 50 pirsên ji Tirkî, çanda dînî û exlaqî, dîroka înqilabê ya T.C.yê û zimanên biyanî di nav 75 deqîqeyan da bibersivînin.
Piştî rûniştina ewil 45 deqîqe wê navber bê dayîn û xwendekar wê bikaribin derkevin baxçe û bêhna xwe bidin.
Di rûniştina duyem da jî ji matematîk û zanistên fenê 40 pirs wê bên pirsîn û xwendekar wê di nav 80 deqîqeyan da wan bibersivînin.
- Di ezmûnê da tevdîrên Kovîd-19ê hatin dîtin
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji bo pêkanîna mesafeya civakî li xwendingehan qadên ewledar hatin avakirin, avahiyên ezmûnê hatin paqijkirin û pol hatin dezenfektekirin.
Xwendekar û wezîferdar bi rûpêçan derbasî salonan bûn, li ber deriyên avahiyan antîseptîka destan hat amadekirin.
Belgeyên ezmûnê yên xwendekaran jî danîn ser maseyên wan.
Xwendekar li gor mesafeya civakî û bêyî sekinandin hildan salonan.
Piştî ku li dewsa xwe rûnin heke xwendekar bixwazin dikarin rûpêça xwe derxin.