Berdevka Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku ji ber hilbijartinan der barê roja vekirina dibistanan de tu pirsgirêk tuneye.
Wezareta Perwerdeyê ragihand ku yekem roja destpêkirina serdema perwerdeya li tevahiya dibistanên Herêma Kurdistanê 10ê îlonê ye.
Berdevka Wezareta Perwerdeyê Hacer Dawudê ragihand ku dê roja 10ê îlonê li Herêma Kurdistanê ji bo xwendekaran yekem zîl lê bixe û heta niha hilbijartin tu carî nebûye sedem ku vekirina dibistanan bê paşxistin. Jixwe hilbijartina Herêma Kurdistanê dê 21ê îlonê danê sibê bibe.