07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
Yalçin Akdoganê Alîkarê Serokwezîr got, "Kesên ku nikarin ji terorîstan ra tiştekî bibêjin, ji hikûmeta ku li dijî terorê têkoşînê dide ra tiştan dibêjin. Helbet dibe ku di nav wan da rexne, hişyarî û tevkariyên erênî jî hebin. Ku tiştên nebaş tên dîtin divê bên gotin. Lê belê ev mijareke neteweyî ye. Divê di vê mijarê da tevgereke hevpar bê nîşandan."
Akdoganê Alîkarê Serokwezîr beşdarî bernameya Kalan24ê bû û li wê derê pirsên der barê rojevê da bersivand.
Akdogan got ku ji rêxistina terorê û alîgirên wê ra tiştekî nabêjin lê êrîşî hikûmeta ku li dijî terorê têkoşînê dide dikin, ev tevgereke baş nîne, di tekoşîna li dijî terorê da divê hemû kes di tevgereke hevpar da bin.
Akdogan destnîşan kir ku ji bo têkoşîna li dijî terorê divê her kes bi hev ra di nav tevgerê da bin û wiha got: "Em tu carê nikarin di vê mijarê da bi ser kevin. Ji nîqaşên li Meclisê bigrin heta nîqaşên di medyayê da. Kesên ku nikarin ji terorîstan ra tiştekî bibêjin, ji hikûmeta ku li dijî terorê têkoşînê dide ra tiştan dibêjin. Helbet dibe ku di nav wan da rexne, hişyarî û tevkariyên erênî jî hebin. Ku tiştên nebaş tên dîtin divê bên gotin. Lê belê ev mijareke neteweyî ye. Divê di vê mijarê da tevgereke hevpar bê nîşandan."
Ji Akdogan pirsîn ku li Enqereyê rêjeya reyên partiyan çiqas xanê dike, li ser vê Akdogan diyar kir ku li herdu herêmên Enqereyê jî reyên AK Partiyê zêde dibe.
Akdogan eşkere kir ku zêdebûna rêjeyê li tevahiyê Tirkiyeyê heye û wiha axivî: Rêjeya reyên AK Partiyê kêm zêde ji sedî 40-41 bû. Lê belê nika rêje ji sedî 44-45î nîşan dide. Bi îzna Xwedê welatiyan êdî tablo dîtin. Ez bawer dikim ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ewlehiyê, îstiqrarê tobloyeke erêniyê derkeve holê."
Akdogan li ser pirseke der heqê êrîşa dijî Ahmet Hakan Çoşkun û azadiya çapemeniyê da got ku li Tikiyeyê azadiyên çapemeniyê pêş ketine, li dinyayê tu welatek tune ku motanî Tirkiyeyê hikûmetê zebeşkî erdêxin."