Nihat Kavşut
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu: "Rastiyek heye ku divê em ji bîr nekin. Ew jî ev rastî ye ku aştiya Sûriyeyê û hizûra Tirkiyeyê di nav hev da ne. Loma jî divê em ji bîr nekin ku rêya di navbera Enqere û Şamê da rêya herî kurt e ku diçe aştiyê û bi tenê xelkê Sûriyeyê dikare biryara pêşeroja Sûriyeyê bide."
Kiliçdaroglu di vekirina Konferansa Sûriyeyê ya Navneteweyî da axivî ku CHP bi mijara "Deriyê Li Sûriyeyê Vedibe Aştiyê" li dar dixe.
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir CHP bi vê konferansê dixwaze têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da baş bike û got ku li Sûriyeyê ji şerê ku di sala 2011an da dest pê kir vir va em gaveke din li gavên xwe zêde dikin.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir rastiyek heye ku divê neyê jibîrkirin û wiha axivî: "Ew jî ev rastî ye ku aştiya Sûriyeyê û hizûra Tirkiyeyê di nav hev da ne. Loma jî divê em ji bîr nekin ku rêya di navbera Enqere û Şamê da rêya herî kurt e ku diçe aştiyê û bi tenê xelkê Sûriyeyê dikare biryara pêşeroja Sûriyeyê bide."
Kiliçdaroglu diyar kir Tirkiye zû da ye di hedefa rêxistinên terorê da ye û wiha peyivî: "Li gor baweriya me Tirkiye ji bona ewlehiya xwe şerê dijî terorê li ser axa Sûriyeyê jî dimeşîne û ev meşrû ye."
Di konferansê da kesên pispor dê li ser mijarên "Hêlên navneteweyî yên pirsgirêka Sûriyeyê", "Pirsgirêkên penaberên Sûriyeyî", "Jiyana civakî û adaptasyon", "Helwesta stratejîk yên aktorên li herêmê: Ji hêla eskerî û hiqûqî va nêrîneke li rewşa rojane ya Sûriyeyê" û "Rola rêvebiriyên herêmî: pirsgirêk û pêşniyaz" biaxivin.