Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan de heqê pêvajoya çareseriyê de got: "Em gaveke ku milet qebûl neke navêjin. Rotayê xelk eşkere dike. Em ji bo ku pêvajo li gor dilê xelkê xwe bibin serî jî hewl û xebatên xwe didomînin."
Akdogan Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Guvenç ziyaret kir û diyar kir ku nêzî 200 hezar kes ji ber şerê li Kobanêyê ku di navbera hin komên kurd û DÎŞIyê didome de xwe spartine Tirkiyeyê.
Alîkarê Serokwezîr ragihand ku xelkê Rihayê deriyên xwe ji mêvanan re vekirine û dewletê jî ji bo kurdên ji Sûriyeyê hemû îmkanên xwe seferber kiriye.
- "Li ser naverokê xebat tên kirin"
Akdogan di serdana xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku bi saya pêvajoyê li herêmê hêvî zêde bûye, xelk vê meseleyê pir ji nêz ve dişopîne û piştgiriya ku xelk dide pêvajoyê jî pir girîng e.
Di daxuyaniya xwe de Akdogan ji bo vê pirsgirêka ku bi salan e didome got: "Em gaveke ku milet qebûl neke navêjin. Rotayê xelk eşkere dike. Em ji bo ku pêvajo li gor dilê xelkê xwe bibin serî jî hewl û xebatên xwe didomînin. Wekî ku Serokwezîrê me jî gotibû em niha hatine merheleyeke baş. Ev ne pirsgirêkeke wisa ye ku meriv êvarê rûnê û heta serê sibehê bibêje temam me hel kir. Heta îro ji bo helkirina vê meseleyê me gelek hewl da, pakêtên demokratîk derxist û sermayeyên gelekî mezin xerc kirin. Piştî vê divê em bigihêjin encamê. Di vê heyamê de ji bo me du tişt girîng in. Ya ewil ewlehî û nîzama kamûyê ye û ya din jî ew e ku komele, weqf û hemû saziyên din ên ku dibêjin di vê mijarê de em jî xeber bidin dê bibîn şirîkê pêvajoyê û wek mixatab bên qebûlkirin."
Akdogan ragihand ku wan li ser maf û azadiyên xelkê herêmê tu bazirgeniyeke berjewendiyê nekirine.