ANKARA
Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç piştî Civata Wezîran derket li hemberê çapemeniyê û der barê mijarên ku di civata Wezîran de cih girtin agahî da.
Arinç bûyerên li Misrê diqewimin nirxandin û got: "Em wê fikrê şermezar dikin ku berê çekan dide gelê xwe û serokomarê xwe yê meşrû ji ser kar dadixe û peywira wî dide destê hin kesên din."
Arinç bal kişand li ser rewşa Misrê û got ku li welêt di navbera rayedaran de perçebûn heye û wiha pê de çû: "Wekî ku hûn jî dizanin pîştî buyerên vê sibehê pêşengên Partiya Nûrê a Selefiyan, diyar kirin ku êdî alîgiriya derbeyê nakin. Partiyên koalîsyonê yên din dixwazin ku demildest hilbijartin bêne kirin û ragirî bêne sekinandin. Ji ber vê yekê li hemberî hikûmeta ku qaşo hatiye li ser kar, helwesteke me ya zêde tuneye. Rewşa li wir nediyar e. Wezareta me ya Karên Derve, vê rewşa nediyar her tim dinirxîne û em jî vê rewşê dişopînin."
Bulent Arinç, pirsa 'Tê îdiakirin ku dê Mursî bişînin Tirkiyeyê. Heke tiştek wiha hebe, Tirkiye dê çi bike?' bersivand. Arinç bi bîr xist ku Mursî serokomarekî hibijartî ye û wiha dewam kir: "Ev spekulasyon e. Ew dostekî Tirkiyê ye. Dîroka Misrê û Tirkiyê baş dizane lê mixabin bi derbeyê ji kar hate dûrxistin. Gava ku yekî wiha hewceyî Tirkiyê bibe em ê vê rewşê erênî binirxînin. Lê ne Mursî daxwaza vê kiriye ne jî kesên din behsa vê hewcehiyê kirine."
Arinç, bal kişand li ser encamên bûyerên li Misrê û got divê ev yek bibe îbret. Arinç, wiha dewam kir: "Em wê fikrê şermezar dikin ku berê çekan dide gelê xwe û serokomarê xwe yê meşru ji ser kar dadixe û peywira wî dide destê hin kesên din. Hikûmeta me di vê mijarê de bi biryar tevgeriya û dê vê helwesta xwe bidomîne. Em dibînin ku bi gelemperî Tirkiye, bi taybetî jî hikûmeta AK Partiyê piştgirî da Misrê. Ji ber ku em tenê lê xwedî derdikevin, em xemgîn in, lê ji ber vê helwesta Tirkiyê ya birûmet em kêfxweş in.Tirkiye dê vê helwesta xwe ya birûmet bidomîne."
Arinç diyar kir ku li ser hemû hûrgiliyan sekinîne û bi balyozxaneyê re axivîne. Li gorî vê yekê li balyozxaneyan 7 hezar û 98 welatiyên Tirkiyê yên qeydkirî hene lê mumkûn e ku hin kes xwe li balyozxaneyan qeyd nekiribin. Arinç diyar kir heke hewce bike em dikarin demildest welatiyan bînin Tirkiyê. Arinç, li ser asêkirina deriyê Gazzeyê û bûyerên Parka Geziyê jî bersiv da pirsên rojnamevanan.