TBMM
Çîçek hevîtinên ku bi partiyên sîyasî yên ku di Meclîsê de ne re kir, dê bi hevdîtina Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Erdogan re temam bike.
Serokê TBMMê Çîçek û Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî li meqama Baçelî ya li meclisê hevdîtinek pêk anîn. Hevdîtin 50 deqe dewam kir.
Çîçek piştre jî derbasî meqama partiya BDPê ya li meclisê bû. Çîçek li vir, bi Serokê Giştî yê BDPê Selahattin Demîrtaş û Alîkara Serokê BDPê Gulten Kişanak re hevdîtinek çêkir. Di hevdîtinê de Cîgira Serokê Giştê yê BDPê Pervîn Bûldan hebû.
Hevdîtin di saet 15.00an de dest pê kir.
Piştî hevdîtina BDPê Çîçek bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtina ku li meqama Kiliçdaroglu ya li meclisê hat kirin, endamên CHPê yên di Komîsyona Lihevkirina Destûrê de, Parlementerê Konyayê Atîlla Kart, Parlementerê Îzmîrê Riza Turmen û Parlementerê Eskîşehîrê Suheyl Batum jî hebûn.
Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek dê sibê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bibîne.