TBMM
Pêşnûmaya ku Tanrikulu pêşkeşê Serokatiya TBMMê kir, di Qanûna Kargêrî ya Bajêr de guherînan pêş dibîne.
Bi pêşnûmayê re navên gund, bajarok, navçe, hin jîngehên din û navên erdingarî dê bikarin bi navên berê re bên bi kar bînin.
Di hinceta pêşnûmayê de hat diyar kirin ku piştî guherînên salên 1949 û 1959an ya di Qanûna Kargêriya Bajêr de ji hêla Wezareta Karên Hudirî komîsyonek hat avakirin. Navên 30 hezar jîngehan bi hinceta ku tirkî nînin û dibe sedema tevliheviyê ji hêla komîsyonê ve hat guherandin.
Di hincetnameyê de hat destnîşankirin ku divê dewleteke hiqûqî û demokratîk rêz li hember cudahiyan bigire. Hat gotin ku navên erdnigarî û jîngehan yên berê parçeyek girîng ji dewlemendiya çand û dîroka me ye. Tanrikulu di pêşnûmaya xwe de dest nîşan kir wezîfeya meclisê ev e ku bi zûtir mewzuata ku guherînên navan saz dike derxîne û derfeta bikaranîna navên berê yên nû re bide.
Navên qeydkirî
Parlementerê CHPê yê Gazîantepê Mehmet Şeker jî der barê navên kesên ku di heyema derbeyan de hatine qeydkirin pêşnûmeyek da. Şeker di pêşnûmayê de got ku ev qeyd bi awayekî bê hiqûqî hatine amede kirin û li dijî demokrasiyê ne. Ji ber ku mafên mirovan binpê dike divê ev qeyd bên îmhekirin.
Pêşnûmaya ku parlamenterê CHPê pêşkêşê Serokatiya TBMMê kir, di Qanûna Cezayê ya Tirkan de guherînan pêş dibîne.