Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku îxrackirina neftê û para wan a ji budçeyê ji mafên wan ên siruştî ne û di zagona bingehîn de jî cih digrin, lê hikûmeta Bexdayê wan ji van mafan bê par dihêle û wiha dewam kir: "Li Bexdayê şexsek budçeyê li dijî me, wekî karteke siyasî bi kar tîne. Em ji bo mafên xwe yên di Zagona Bingehîn de cih digrin bi dest bixin dê diyalog û muzakereyan bidomînin. Çi dibe bila bibe em paşve gav navêjin."
Serokwezîrê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî beşdarî 2yemîn "Forûma Silêmaniyê" ya Zanîngeha Amerîka ya Silêmaniyê (ZA) li dar xist bû û li vir axivî. Barzanî got: "Di serî de dixwazim ji birayê xwe Davutoglû ku zehmet kêşa û ji Tirkiyeyê hat re bibêjim tu bi xêr hatî, bi hatina te em rûmetdar bûn."
Barzanî got ku Iraq piştî rojên xedar gihişt pêvajoya azadiyê lê hê jî li gelek herêman xizmeta gel nayê kirin. Barzanî da zanîn ku gel bawer nake ku li Iraqê pêşerojeke hevpar bê avakirin. Barzanî diyar kir ku ew girêdayî Iraqa federal û demokratîk in û wiha dewam kir:
"Em ji pêşeroja Iraqê bi fikar in. Di nav me û hikûmeta federal a Iraqê de pirsgirêk hene. Mixabin hikûmeta Bexdayê li gorî mafên me yên di Zagona Bingehîn de cih digrin tevnagere. Diyalogên me dewam dikin û heta em bigihêjin çareseriyeke hevpar dê dewam jî bikin. Li Bexdayê şexsek budçeyê wek karteke siyasî li dijî me bi kar tîne. Çi dibe bila bibe em paşve gav navêjin. Em naxwazin bibin perçeyekî şer û pevçûnên diqewimin. Di heman demê de em ê berjewendiyên gelê Kurdistanê jî biparêzin, ji bo vê em hewl didin."
Barzanî got ew ditirsin ku dîsa vegerin rojên berê yên Iraqê. Barzanî destnîşan kir ku feydeya têkilêyên di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de ji hemû Iraqê re heye.
Nêçirvan Barzanî got ku ji bo damezrandina hikûmeta nû xebatên wan dewam dikin û dixwazin ku koalisyoneke fireh ya ku tê de hemû partiyên siyasî cih bigrin damezrînin.