23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdilezîz û Serokê DYAyê Donald Trump li ser mijara pêşîlêbirîna midaxeleya ku Îran li welatên din dike li hev kirin.
SPAya ajansa xeberan a Erebistana Siûdî danezana girtinê ya Civîna DYA-Erebistana Siûdî ya ku do li Riyada paytext hat lidarxistin weşand. Di danezana ku qala Sûriye, Yêmen, Libnan, Iraq û Filistînê dike da hat diyarkirin ku herdu lîderan li ser mijara bi destê Îranê midaxeleya karên navxweyî yên welatên din, mezinkirina agirê fitneya mezhebî, xirabkirina îstiqrara welatên herêmê li hev kirin ku ji bo pêşîlêbirînê dibê midaxele bê kirin.
Herdu serokan gotin peymana nukleerê ya ku bi Îranê ra hatiye îmzekirin dibê careke din bê kontrolkirin, bernameya fuzeya balîstîk a Îranê bi tenê ji bo welatên cînar tehdîd nîne ji bo welatên herêmê jî tehdîd e.
Selam û Trump daxwaza hêzdarkirina hevkariya parastinê û têkoşîna ji bo berjewendiyên herdu welatan nîşan dan, hevkariya stratejîk a ku bi peymanên di ziyareta Trump da hatin îmzekirin va hat qeyînkirin jî herdu alî kêfxweş kir.
Herdu serokan di mijarên têkoşîna dijî DEAŞê û rêxistinên terorê yên din, dayîn û sitandina îxbaratê, birîna piştgiriya fînansmanê da biryardariya xwe nîşan dan.
Serokan bal kişandin ku dibê di navbera Îsraîl û Filistînê da aştiyeke berfireh bê avakirin, ji bo avakirina vê aştiyê rewşa minasib bê amadekirin û ji qirîza Yêmenê ra jî çareseriyek bê dîtin.