06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel der barê têkiliyên herdu welatan, qeyrana koçê û Sûriyeyê de li ser telefonê axivîn.
Li gor agahiya Muşawiriya çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê Serokwezîr Davutoglu û Şansolyeya Almanyayê Merkel duh êvarê li ser telefonê axivîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku herdu serokan behsa têkiliyên herdu welatan, qeyrana koçê û Sûriyeyê kirine û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Birêz Serokwezîr û Şansolye Merkel ji bilî vê der barê civîna YEyê ya ku wê di 17ê çileya pêşîn li Brukselê bê kirin û Birêz Serokomarê me û serokên YEyê wê li ser qeyrana koçê û hevkariyê bisekinin de jî axivîn."