23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Der heqê Parlementera Stenbolê ya HDPê Pervîn Bûldanê de ji ber ku di axaftina xwe ya di civînekî di sala 2008an de sûcê "pesindana sûc û sûcdaran" kiriye bi daxwaza heta 2 salan cezaya hepsê doz hat vekirin.
Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ve hat amadekirin de hat diyarkirin ku Pervîn Bûldan di 19ê Cotmeha 2008an de li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê beşdarî civîna "Ne Ergenekon Ne AKP! Çareserî di yekîtiya karkeran de, di biratiya gelan de ye" ya ku ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin, bûye.
Di îdianameyê de dan zanîn ku Bûldanê di axaftinên xwe de pesnê Abdullah Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê kiriye û ji ber wê jî sûcê "pesindana sûc û sûcdaran" kiriye û hat ragihandin ji bo ku ji ber sûcê ku dixin sitûyê wê îfadeya Bûldanê bê sitandin kaxiza bangê ji navnîşan û kargeha wê re şandin, digel teblixa li gor ûsulê Bûldanê îfade neda û bi qebûla ku dev ji mafê parastinê berdaye îdianame hat amadekirin.
Di îdianameyê de ji ber sûcê "pesindana sûc û sûcdaran" der heqê bersûc Bûldanê de heta 2 salan cezaya hepsê hat xwestin û îdianameyê şandin Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya 34emîn û îdianame ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.
Dê di rojên pêşiya me de dest bi darizandina Pervîn Bldanê bikin.