Haydar Şahin
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) navê kesên ku di hilbijartina 1ê mijdarê da wek namzed nîşan bide eşkere kir. Di lîsteyê da navê Parlementerê Enqereyê Yildirim Tugrul Turkeşê ku teklîfa endamtiya Lîjneya Wezîran a Berwext qebûl kir û Cîgirseroka Meclisê ya berê Meral Akşenerê tune.
Li gor lîsteyê Serokê Gişkî yê MHPê Devlet Bahçelî li Osmaniyeyê di rêza ewil da wek namzed hat nîşandan. Di lîsteyê da navê Parlementerê Enqereyê Yildirim Tugrul Turkeşê ku teklîfa endamtiya Lîjneya Wezîran a Berwext qebûl kir û Wezîra Karên Navxweyî ya Berê û Cîgirseroka Meclisê ya berê Meral Akşenerê ji bo hilbijartina 1ê mijdarê wek namzed nehatin nîşandan.
Murat Başesgîogluyê ku di hilbijartina 7ê hezîranê da bibû parlementerê Stenbolê û ji bo hilbijartina 1ê mijdarê serî lê nexistibû û di lîsteyê da cî negirt.
- Di dewsa Turkeş da Haberal
Li gor lîsteya namzedan a MHPyê, ji 80 kesên ku di 7ê hezîranê da bibûn parlementer 72 kes di dewsa xwe da man. Mustafa Erdmê ku li Enqereyê di herêma 1î rêza 3yan da bibû parlementer jî di lîsteya teze da tune. Ji ber ku Tugrul Turkeşê Alîkarê Serokwezîr hilnedan lîsteyê Erkan Haberalê ku di rêza 4an da bû îjar li Enqereyê herêma 1ê da hildan rêza 2yan.
Wek Mayîn Ekmeleddîn Îhsanoglu dîsa li Stenbolê, Serokê Bankeya Navendî yê berê Durmuş Yilmaz jî dîsa li Uşakê wek namzed hatin nîşandan.
Serokê Gişkî yê MHPyê Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe nivîskî ya der barê lîsteya namzedan da got, "Hemû hevalên me yên namzed ji îro pê da ew ê herin herêmên xwe û piştgiriya miletê me yê ezîz bistînin, xwe bidin helalkirin û di hilbijartina 1ê mijdarê da MHPyê derxin bircên îqtidarê."
Bahçelî dest nîşan kir ku her namzedek qasî yên din biqîmet e û wiha pê da çû:
"Ez emîn im ku hevalên ku ji ber bêîmkaniyê û zêdebûna serîlêxistinan di lîsteyan da cî negirtin an jî cîhê ku dil nedirikirin da hatin bicîkirin, ew ê bi firaset vê rewşê binirxînin. MHPyê bi endam û kadroyên xwe yên ku bawer dikin ra ji hilbijartinê bi serkeftî derkevin û bên ser rêvebirina Tirkiyeyê. Li dijî AKPya ku her diçe dihele, MHPya ku her diçe xurt dibe ew ê di hilbijartina 1ê mijdarê da bê îqtidarê û welatê me ji misîbet û felaketan xilas bike. Hêza ku terorê biqedîne MHP ye. Xêncî MHPyê di destê tu kesî da quwet tune ku reformên aborî û civakî bi rêzê çareser bike."